Kar û kiryarên artêş û hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê rewşa devera kurdan ji dehsaliya 90 jî xirabtir kiriye
Tebax 21, 2015 12:01 Asia/Tehran
Vê demê siyasetên ku hikûmeta Tirkiyê derheq kurdên vî welatî girtine ber xwe yên wek valakirina tam a gundên kurdan, şewitandina daristan, cengelan û çêrgehên navçê û berçavgirtina tevdîrên giran ên ewlehiyê li deverên xelk têda yên kurdnişîn bûne serdem ku rewşa navçê ji ya dehsaliya 90'an jî xirabtir bibe.
Ajansa Îxlas a Tirkiyê ragihandiye ku Îdrîs Balûken, serokê Fraksiyona Partiya Demokratîka Gelan (HDP) li dewama gotinên xwe de bal kişande ser zêdebûna operasiyonên hêzên ewlekarî û artêşa Tirkiyê li deverên kurdnişîn ên Tirkiyê û got: Vê demê siyasetên ku hikûmeta Tirkiyê derheq kurdên vî welatî bikar tîne yên wek valakirina tam a gundên kurdan, şewitandina daristan, cengel û çêrgehên wan û berçavgirtina tevdîrên giran ên ewlehiyê li deverên xelk têda yên kurdnişîn bûne serdem ku rewşa navçê ji ya dehsaliya 90'an jî xirabtir bibe.Îdrîs Balûken li berdewamiya gotinên xwe de desnîşan kir ku rastiyên derheq pêvajoya aştiyê bi vî awayî ye: Eva çar meh û nîv in ku serokê PKK yê zîndanî, Evdillah Ocalan li tecrîda tam dca ye, ne malbata wî dikare pira hevdîtinê bike û ne jî şanda Îmraliyê . Rast e hin medya û ajansên nûçeyan ên hikûmetê li vê bvarê de ku hikûmet bi Evdillah Ocalan re hevdîtinê pêk tîne hin nûçe dane weşandinê, lê baweriya me li ti kîjan ji van n ûçeyan tine. Heya dema ku şanda Îmraliyê bi Ocalan re li Îmraliyê hevdîtinê pêk neyne, em ti gotineke hikûmetê ser vê yekê bawer nakin. Ji mer çûyîn û sefera bo grava Îmraliyê, an neçûna bo wê derê girîng nîne, tiştê ku ji me re girîng e, çareseriya pirsa kurd ji riyên dîplomatîk e.