Tebax 20, 2015 21:39 Asia/Tehran
  • Heftanîn: Di navbera gerîla û artêşê de şer girane

Li herêma Heftanîn li ser sînorê di navberaIraq û Tirkiyê de di navbera artêşa Tirkiyê û hêzên PKK de şer bi giranî û dijwarî didome û artêşa Tirkiyê bi helîkopteran leşkeran tîne qada şer.

Berdevkê Hêzên çekdar yên PKK Bextiyar Dogan ji nûçegihanê Xendanê re ragihand ku ji duh ve li li devera Heftanînê ku li ser sînorê di navbera Iraq û Tirkiyê ye heya niha şer bi giranî di navbera hêzên PKK û leşkerên artêşa Tirkiyê de berdewame.
Vî berpirsê hêzên PKK got: Artêşa Tirkiyê bi helîkopterên Sîkorsky serbazan li qada şer datîne û bi top û balafirên şer herêmê bombebaran dikin û hewl didin derbasî nav axa Iraqê bibin lê rastî berxwedana hêzên PKK tên û nikarin pêşve herin.

Vî endamê derecebilind yê PKK her wiha got ku gelek kuştî û birîndarên artêşa Tirkiyê hene û şer hîna bi dijwarî berdewam dike, lê vî rayedarê PKK ji kuştî û birîndarên PKK ti agahiyek nedaye.
Zêde ji du salan di navbea PKK û artêşa Tirkiyê agirbes hatibû damezirandinê lê vê dawiyê piştî bûyera terorîstî ya DAIŞ'ê li bajarê Surûçê ku di encamê de zêde ji 30 kurdan jiyana xwe ji dest dan, hikûmeta Enqerê bi mihaneya şerê li dij terorîzmê êrişî ser PKK'ê kir û bi vî awayî agirbesa hanê ji holê rabû û dîsa şer li Tirkiyê de despê kir.