Tebax 20, 2015 18:57 Asia/Tehran
  • Girtina 40 endamên grûpeke çepger li Tirkiyê

Hêzên ewlehiyê û polîsê Tirkiyê îro 40 kes ji endamên grûpeke çepger li bajarên Stenbul û Mersînê girtin.

Li gor rapora ajansa Anadokuyê di encama operasiyona hêzên ewlehiyê û polîsê Tirkiyê li bajarên Stenbul û Mersînê, 40 endamên partiya Marksîst ya ''Bereya Azadkir a Şoreşvaniya Tiurkiyê'' hatin girtin. Ev operasiyona hêzên Tirkiyê piştî êrişa ser Koşka Dulme Baxçe ya Stenbulê û reşandina gullan ber bi wê cih tê, çûnku partiya Marksîst ya ''Bereya Azadkir a Şoreşvaniya Tiurkiyê'' berpirsatiya vê êrişê kişande sikura xwe. Piraniya endamên vê parftiyê li bajarê Mesînê li başûra Tirkiyê hatine girtin. Çend kesan roja çarşemê ber bi Koşka Dulme Baxçe ku cihê fermî yê mayîna serokwezîr e gulle reşandin ku di encamê de efserekî polîs birîndar bû . Polîsê Tirkiyê li çarçova vê bûyerê her wiha roja çarîemê du kes jî li ber balyuzxana Almayayê girtin.
Koşka Dulme Baxçeketiye aliyê ewrûpî ya Stenbulê û ji sala 1889 ev ciya wekî navenda îdarî ya sereke ya empratoriya Usmanî dihat îstifade kirin.