Ragihandina dema pêşniyarkirî ya birêxistina hilbijartinên pêşwext li Tirkiyê
Tebax 20, 2015 17:32 Asia/Tehran
Desteya bilinda hilbijartinên Tirkiyê pêşniyar da ku hilbijartinên pêşwext ên meclisa vî welatî di 1 Tişrînê da werin birêxistin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Reuters'ê, Ehmed Dawûdoglu serokwezîrê Tirkiyê roja sêşemiyê piştî ku nekarî bi dû hewldana çend hefteyan bi partiyên muxalif ra li hev bike, bi awayekî fermî dawî li hewldanên xwe bo peydakirina şirîkê hevlabendiyê anî û hikmê ku Erdoxan serokomarê Tirkiyê bo pêkanîna dewleta hevalbedniyê dabûyê, zivirandê.Receb Teyîb Erdoxan di roja 9 Hezîranê da Ehmed Dawûdoxlu bo pêkanîna dewleta nû wezîfedar kir. Muzakirên vê dawiyê yên AKP'ê û CHP'ê û MHP'ê bo pêkanîna dewleta hevalbendiyê bêencam man.
Li gorî destûra hilbijartinên Tirkiyê, heke partiya wezîfedarê pêkanîna kabînê nekare mideha 45 rojan da kabîna nû ava bike, dê hilbijartin careka din bên birêxistin.