Tebax 20, 2015 16:58 Asia/Tehran
  • Êrişa çekdariyê ser maşîna serokê rojnama Star'ê

Maşîna serokê desteya rêvebiriya Star Mediyayê kete ber êrişa çekdariyê ya kesên nenas.

Li gorî rapora nûçegihanê me, êrişkiran destpêkê bi maşîna xwe ji pişt va dan ser maşîna ku Mirad Sancak xwediyê rojnama Star'ê û piştî sekinîna maşînê, ew dan ber gulleyan.
Di encama vê êrişê da Mirad Sancak û zêrevan û şofêrî wî di maşînê da bûn, sax filitîn.
Polîsên Istenbolê lêkolîneke berfire bo peydakirina êrişkeran li deverê destpê kirine.
Li gorî vê raporê, li bara nasnama kesên ku du cara qesda canê Mirad Sancak kirine hê tu agahî li ber destan nîne.
Hêjayî gotinê ye ku meha buhurî jî polîsan bombeyek li avahiya rojnama Star'ê peyda kirin û pûç derxistin.