Tebax 20, 2015 11:41 Asia/Tehran
  • Beşdarnebûna CHP li hikûmeta demkî

Partiya Komarxwaz a Gel (CHP) li hikûmeta demkî (berwext) ku ji bo birêxistina hilbijartinan bi rê dikeve, beşdar nabe.

Li gor rapora IRNA, berdevkê CHP, Haluk Koç li hevpeyvîna xwe bi nûçegihanan re li Enqerê, serokkomarê Tirkiyê Erdogan berpirsê rewşa pêkhatî ya vê demê li Tirkiyê û berpirsê bê encamiya hewldanên ji bo pêkanîna hikûmeta hevpeymanî li Tirkiyê û sebebkarê zêdebûna operasiyon û êrişên terorîstî li Tirkiyê da zanînê.
Her wiha Partiya Hereketa Neteweyî (MHP) jî ragihandiye ku li hikûme demkî ya ku ji bo birêxistina hilbijartina pêk tê beşdar nabe .
Li gor qanûna bingehîn a Tirkiyê heke partiyên nav parlemanê nekarin heya 45 rojan hikûmeta hevpeymanî pêkbînin, divê hikûmeteke berwext anku demkî ji bo birêxistina dubare ya hilbijartina parfleman ê pêk were. Divê were gotinê ku mecala qanûnî ya pêkanîna hikûmeta hevpeyman roja yekşema tê kuta dibe û li dawiya vê mecalê Erdogan parlemanterekê dike berpirsê pêkanîna hikûmet, karzanên siyasî û navendên agahdar dibêjin: Erdogan ji bo pêkanîna vê hikûmetê bi tenê li Davûdoglu difikire ne kesekî din.