Erdogan hîn hêvîdare bibe tenê qawet û hêz û bikare çi dixwaze li Tirkiyê dasepîne
Tebax 20, 2015 10:39 Asia/Tehran
Rojnama ''Cumhûriyê Îslamî'' (Komara Îslamî) ya Tehranê nivîsiya ku serokkomarê Tirkiyê hîn hêvîdare bibe tenê hêz û qawet li qada siyasetê ya Tirkiyê û bikare çi dixwaze li vî welatî de dasepîne.
Vê rojnama îranî her wiha îro li şiroveyekê ser hewldanên Erdogan bona bi destxistina hêz û qaweta tam li qada siyasetê nivîsiye: Erdogan hêvîdar e li hilbijartina muhtemel a pêşerojê ya parlemanê, dengên partiyên reqîb û dijber bi taybetî dengê partiya piştgirê mafêm kêmîneyên vî welatî yan HDP'ê kêm bibin û ew dengana li yên AKP zêde bibe, da ku dîsa piraniya kursiyan ji bo pêkanîna hikûmetê bi tenêtî bi dest xîne û bikare bi alîkariya parlemana pêşerojê çi dixwaze li Tirkiyê tehmîl bike û bibe tenê qaweta qada siyasetê yê vî welatî.Rojnama ''Cumhûriyê Îslamî'' her wiha nivîsiye ji ber ku li hilbijartina heftê hezîranê partiya AKP'ê ya Erdogan nekarî piraniya kursiyan bona pêkanîna hikûmetê bi tenêtî bi dest xîne, hêvî û miraza xwe ya bidesxistina deshilatdariya tam û hertimî ser Tirkiyê li ber pûçbûn û îbtalê dît, loma bi her awayî hewl da ku rê li ber pêkhatina hikûmeta hevalbend bigire da ku hilbijarina parlemanê dîsa bi rê keve; yek ji wan hewldanan çêkirina xitimîn û krîza siyasî ya sexte û yek din jî birxistina şerê li dij PKK' û têkbirina agirbestê bû.
Rojnama ''Cumhûriyê Îslamî'' nivîsiye zêde û gurrbûna şer û pevçûnên navbera artêş û hezên ewlehiyên yên Tirkiyê ji aliyekê ve û PKK'ê ji aliyê din ve û xirab û krîzdar nîşandayîna rewşa ewlekarî û îstiqrara Tirkiyê û kiryarên formalîte û numayêşî yên Erdogan li dij DAIŞ'ê û danîna bargeha Încirlîkê ber destê Amerîkayê, jiwan hewldan û kryarê Erdogan û serokên AKP'ê ne bona bidestxistina piraniya kursiyên parlemanê ji bo pêkanîna hikûmeta Tirkiyê.
Lê li vê navberê de karzan bawer in ku xelkê Tirkiyê bi plan û hewldanên Erdogan û AKP'ê hesyane û baş dizani ku sebebkarê piraniya pirsgirêkên ku niha li Tirkiyê de pêk hatine Erdogan û serokên partiya wî AKPê ye. Li vê çarçovê de şeva şûyî berdevkê CHP, Haluk Koç li hevpeyvîna xwe bi nûçegihanan re li Enqerê, serokkomarê Tirkiyê Erdogan berpirsê rewşa pêkhatî ya vê demê li Tirkiyê û berpirsê bê encamiya hewldanên ji bo pêkanîna hikûmeta hevpeymanî li Tirkiyê û sebebkarê zêdebûna operasiyon û êrişên terorîstî li Tirkiyê da zanînê.