Tebax 20, 2015 08:38 Asia/Tehran
  • Êrişa balafirên Tirkiyê ser pêgehên PKK'ê

Balafirên cengê yên artêşa Tirkiyê pêgehên PKK'ê yên ser sînorê vî welatî û Iraqê dan ber bombeyan.

Li gorî rapora televîzyona TRT'ê, li vê operasyonê hin çeperên PKK'ê li devera Qereaxacê ketin ber bombeyan.
Li bara kuştî û birîndarên vê êrişê hê tu raporek nehatiye weşandin.
Di vî halî da ajansên nûçan ên Tirkiyê ragihandin ku li ser rêya sêgoşeya Sêrt, Şêrwan û Berwariyê, di dema derbasbûna tirimbêla leşkerî de bombeyek li ser rê hatibû çandin, teqiya.
Li gor zanyariyên destpêkê di encama teqînê de 8 leşkerên artêşa Tirk mirin û hejmarek jî birîndar bûn.
Bi dû vê teqînê hêzên artêşa Tiriyê bi pişgiriya helekopteran operasyoneke berfire dijî çeperên PKK'ê destpê kirin.
Mideha 24 saetên buhurî da 12 serbazên Tirkiyê li deverên başûr û başûra rojhilata vî welatî da hatine kuştin.