Tebax 20, 2015 08:29 Asia/Tehran
  • Encama rapirsiya Geziciyê: Kurd idî Demirtaş wek serokê xwe didin nasandin ne Ocalan

Encamên rapirsiyan nîşan didin ku niha Evdila Ocalan serokê kurdên Tirkiyê nîne, çimkî ji sedî 60 heta 62'yê kurdên Tirkiyê, Selahedîn Demirtaş hevserokê Partiya Dêmokratîka Gelan (HDP) wek serokê kurdên Tirkiyê didin nasandin.

Ajansa nûçeyan a Kurdpress'ê ji zarê rojnama Zaman çapa Tiriyê radigihîne ku şîrketa ankêtan a Geziciyê di 8 û 9'ê Tebaxê da bi rapirsiya ku 4 hezar û 860 kes tê da pişkidar bûne, giheştiye vê encamê ku ji sedî 75'ê kurdan xwe mirovên mezhebî dane nasandin û bo cara yekem jî ji sedî 58'ê kurdên Tirkiyê li hilbijartinên 7 Hezîranê piştgirî dan HDP'ê.
Birêvebirê şîrketa rapirsiyan a Geziciyê her wisan dibêje ku ankêtên me yên din jî nîşan didin ku niha Evdila Ocalan serokê kurdên Tirkiyê nîne, çimkî ji sedî 60 heta 62'yê kurdên Tirkiyê, Selahedîn Demirtaş hevserokê Partiya Dêmokratîka Gelan (HDP) wek serokê kurdên Tirkiyê didin nasandin.
Li gorî ragihandina kompaniya Geziciyê, rewşa Tirkiyê ber bi ku va here, dengên HDP'ê ji sedî 14'an danakeve.
Ji hêla din va Ozer Sencer xîmdar û xwediyê sereke yê şîrketa rapirsiyan a Mêtropolê jî, li bernameyeke televîzyona CNNTURK'ê anegorî rapirsiyên vê şîrketê ragihand ku dengên HDP'ê bi awayekî berbiçav zêde bûne. Tirka, hikûmet û dewleta Tirkiyê şaşitiyeke sitratêjîk kirine ku HDP'ê kirine tenê partiya kurdan û kurd ji AKP'ê dûr xistine. Divê AKP'ê bizvire rojên ku partiyek bo kurdan bû. Heke vî karî neke, bêguman CHP'ê yê bikare vî karî bike. Xwediyê şîrketa ankêtan a Mêtropolê dibêje ku ji sedî 17 heta 18'ê dengên hilbijartinên Tirkiyê yên kurdan in. Eva ku HDP'ê bûye tenê partiya kurdên Tirkiyê, zingileke xeterê bo pêşeroja vî welatî ye. Li gorî nêrîna min şaşitiya ku hatiye kirinê ya Receb Teyîb Erdoxan serokomarê Tirkiyê bûye.