Serokê MHP'ê: Bila hikûmeta leşkerî li hin deverên Tirkiyê bê ragihandin
Tebax 20, 2015 07:45 Asia/Tehran
Serokê Partiya Netewperest a Tirkiyê (MHP'ê) xwest ku hikûmeta leşkerî li hin deverên Tirkiyê bê ragihandin.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a IRNA'yê, bi dû kuştina 8 serbazên tirk li riya Şîrwan-Perwariyê di encama teqîna bombê da, Baxçelî serokê MHP'ê bi daxûyaniyekê xwest ku hikûmeta serbazî li hin navçeyên Tirkiyê bê ragihandin.Wî desnîşan kir ku Tirkiye li nav felaket û belayan da asê maye û muzakireya dewleta Enqerê bi PKK'ê ra "xiyanet" e.
Baxçelî ragihand ku mideha mehekê da 56 leşkerên Tirkiyê hatine kuştinê û got: Berpirsa vê rewşê li alîkî AKP'ê ye û li aliyê din jî PKK'ê ye.
Serokê MHP'ê desnîşan kir ku di rewşa niha da imkana birêxistina hilbijartinên pêşwext tune û got: Birêxistina hilbijartinên pêşwext di vê rewşê da yê Tirkiyê ber bi şerê navxweyî va bibe û divê ev yeka li ber çavan re bê derbaskirin.
Baxçelî desnîşan kir ku Receb Teyîb Erdoxan serokomarê Tirkiyê ji hêla exlaqî va rewabûna xwe ji dest daye û got: Tirkiye li çembera komployên Erdoxan û PKK'ê da asê bûye.
Bi dû dijwarbûna pevçûnên di navbera hêzên dewletê û çekdarên kurd ên neyarê dewletê da li deverên kurdnişîn ên rojhilat û başûra rojhilata Tirkiyê da, heta niha li zêde j i150 deveran rewşa awarte hatiye ragihandin.