Tebax 20, 2015 06:58 Asia/Tehran
  • Pêkutiya serokomarê Tirkiyê ser birêxistina hilbijartinên pêşwext

Serokomarê Tirkiyê dibêje ku ev welata bilez ber bi hilbijartinên pêşwext va diçe.

Li gorî rpaora ajansa nûçan a Fransayê, Receb Teyîb Erdoxan şeva buhurî bi dû bêencamiya Ehmed Dawûdoxlu li warê pêkanîna dewleta hevalbendiyê her wiha got: Tirkiye careka din ber bi hilbijartinên pêşwext va diçe.
Erdoxan ku li televîzyona netewî ya Tirkiyê diaxivî, desnîşan kir ku tenha riya çareserkirina aloziya vî welatî vegerandina moralê bo gel e.
Li gorî vê raporê, AKP'ê bi dû devberdana Dawûdoxlu ji pêkanîna dewleta hevalbedniyê ragihand ku kongireya giştiya vê partiyê yê 12 Îlonê bicive.
Receb Teyîb Erdoxan roja 9 Hezîranê Ehmd Dawûdoxlu serokwezîrê vî welatî ji bo pêkanîna delweta nû ya vî welatî rasipart.
Muzakireyên vê dawiyê yên AKP'ê û CHP'ê û MHP'ê bo pêkanîna dewleta hevalbendiyê bêencam man.