Tebax 18, 2015 12:31 Asia/Tehran
  • Kuştina 440 endamên PKK di encama êrişên Tirkiyê

Jêderên ewlehiyê yên Tirkiyê îdika ragihandin ku di encama operasiyona hêzên ewlehiyê û artêşa vî welatî ji heftê tîrmehê heya 17 tebaxa sala 2015 herî kêm 440 endamêm PKK hatine kuştin û 400 kes jî birîndar bûne, heya niha ti aliyeke serbixwe û bêteref ev bîlançoya ku rayedarên tirk îdayê dikin piştrast nekiriye.

Li gor rapora ajansa Anadoluyê, van jêderên ewlehiyê yên Tirkiyê îdiayê dikin ku ji 440 kuştiyên PKK yên ji ber operasiyonên artêş û hêzên ewlehiya Tirkiyê 390 kesan di encama êrişên hewayî li nav Tirkiyê û bakûra Iraqê hatine kuştin.Ew her wiha îdiayê dikin ku 400 endamên PKK jî birîndar bûne ku rewşa ewlehiya 150 kesên wan xedar e, eva li rewşekê ye ku pircaran di encama êrişên hewayî hejmara birîndaran ji ya kuştiyan zêdetir dibe lê li vê bîlançoya Tirkiyê terse ye. Rayedarên Tirkiyê her wiha îdia dikin ku 51 endamên PKK ji wan 42 kes li parêzgeha Şirnexê , du kes li Mêrdînê û çend kes jî li parêzgehên din ên wek Şemzînanê xwe teslîmî (radestî) hêzên ewlehiya Tirkiyê kirine. Hêzên ewlehiya Tirkiyê her wiha 1730 kes bi tawana hevkarîkirina bi PKK re girtine.