Tebax 17, 2015 20:51 Asia/Tehran
  • ‘PKK ji bo rawestandina şer bi dizî ligel Amerîka hevdîtinan dike’

meya Brîtanî Daily Telegraph nûçeyek derbarê hevpeyvîna ligel Hevserokê Konseya Rêvebir a KCK’ê Cemîl Bayik de weşand.


Nûçeya bi sernivîsa, `PKK jibo pevçûnên ligel Tirkiyê rawestîne bi veşartî ligel Amerîkayê hevdîtinan dike.` hatiye weşandin û cîh daye van gotinên Bayik: `Ez dubare bang li Amerîkayê dikim da ku navbeykariyê di navbera me û Tirkiyê de bike. Heger garantiyekê bidin me emê jî rola xwe bilîzin. Lê belê heger nedin em nikarin bi awayek yekalî gavan biavêjin.`
Di nûçeyê de tê gotin ku piştî destpêkirina pevçûnên di navbera PKK’ê û Enqerê de tekoşîna li dijî DAIŞ’ê jî zehmet bûye û tê gotin ku heta niha hêza herî çalak li dijî DAIŞ’ê Kurd bixwe ne.
Di nûçeyê de hatiye gotin ku ji bo bidawî anîna pevçûnan rola Amerîkayê jî aşkere bûye. Cemîl bayik jî dibêje, `Ji bo Amerîka bibe navbeynkar firsendek çêbûye.` Herwiha rexneyên Bayik yên derbarê Erdogan jî dinivîse û dibêje ku `Bayik dibêje yê ku şêr gurr dike Erdogan e.`
Daily Telegraph di heman demî de cîh dide van gotinên Bayik: `Heger Amerîka bi berdewam piştgirî bide siyasetên Tirkiyê, wê demê eger heye ku piştgiriya Kurdan winda bike.
Heger Amerîka Kurdan jî ji dest bide, zehmet e ku li hemberî DAIŞ’ê serbikeve.`