Tebax 17, 2015 17:18 Asia/Tehran
  • Şopa serkonsolgeriya Tirkiyê li têkçûna Mûsilê

Serkonsolê Tirkiyê li parêzgeha Nêynewaya Iraqê yek ji tawanbarên destwerdan û mudaxileya li dagîrbûn û têkçûna bajarê Mûsila navenda parêzgeha Nêynewayê li bakûrê Iraqê ye.

Ajansa nûçeyan a Berasayê îro duşemiyê ragiahnd: Komîsteya lêkolîn ali bara têkçûna bajarê Mûsilê li rapora xwe serkonsolê Tirkiyê li parêzgeha Nêyneayêm Oztirk Yilmaz jî bi sûcê hevdestî û hevkariya ligel Koma têrorîstî ya DAIŞ`ê li pêvajoya dagîrkirin û têkçûna Mûsilê tawanbar kiriye. Rapora komîteya lêkoklînê radigihîne ku parêzgarê Nênewayê, Esîl Nuceyfî û serokê nivîsgeha rêxistina istixbara neteweyiya Iraqê, Nacî Hemîd li vê parêzgehê hevdestî û hevkariya serkonsolê Tirkiyê li Mûsilê li têkçûna Mûsilê veşartine. Komîteya lêkolînê li bara têkçûna Mûsilê ji rêxistina istixbarata neteweyî û wezareta karên derev ya Iraqê xwestiye ku li bara mijara hevdestiya serkonsolê Tirkiyê ligel DAIŞ`ê lêkolînên berfireh dest pê bike. Bajarê Mûsila navenda parêzgeha Nêynewayê li bakûrê Iraqê roja 10`ê hezîrana 2014`an da ji aliyê çeteyên rêxistina têrorîstî ya DAIŞ`ê va hat dagîrkirin. Komîteya lêkolîna li bara egerên têkçûna bajarê Mûsilê bi serokatiya serokê komîsiyona asatîş û parastinê li pûarlemana Iraqê, hakim Zamilî duh ango yeşemiyê rapora xwe ya dawîn raberî taxima serokatiya parlemanê kir.