xebatkarên partiyên Tirkiyê ji Erdogan xwestin ku rêz û hurmeta qanûna bingehîn ragire
Tebax 17, 2015 10:26 Asia/Tehran
Xebatkarên partiyên Tirkiyê ji Erdogan serokkomarê vî welatî xwestin ku rêz û hurmeta qanûna bingehîn ragire.
Li gor rapora IRIB News'ê, ji zarê Bîr Gun, xebatkarên partiyên Tirkiyê ji partiyên wekî CHP, HDP, Azadî û hevgirtinê û saziya dozgêran yên Tirkiyê (YARSAV) destnîşan kirine ku îznê nadin Erdogan serokkomarê Tirkiyê nizama siyasî ya Tirkiyê ser qazanca xwe biguherîne.Ayhan Bîlgen berdevkê HDP bal kişandiye ser viya ku xwestekên Erdogan dijî qanûna bingehîn ya Tirkiyê ye got: siyasetên niha yên Erdogan û diroşmên wî yên çaxê hilbijartinê bi hevra ferq dike.
Velî Aqababa mişêwirê sekretirê giştî yê partiya CHP jî got: Erdogan li destpêkê rewşekê çê dike û paşê jî dil heye hemû Tirkiyê ber bi wê xwestek yan rewşa ku ser dilê wî ye bikşîne.loma her tişt ku ser dilê Erdogan nebe ew qebûl nake.
Alpir taş sekretirê giştî yê partiya Azadî û Hevgirtinê jî got: Edogan li dewsa ku li dû serxwebûna sê teşkîlatên birêvebirina welêt li dû viyaye ku qudreta hemûyan bêxe bin destê xwee..
Umer Farûq Emîn Aqaoglu serokê yeketiya mafnasên Tirkiyê jî bilî tawanbarkirina Erdogan bi kûdetaya dijî qanûna bingehîn ya Tirkiyê got: Rewşa ku Erdogan li nav Tirkiyê çêkiriye dijî qanûna bingehîne.
Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê bi caran ser guhartina nizama parlemanî ya Tirkiyê ser nizama serokatiyê sekinî ye û li vê dûmahîkê jî gotiye ku neyarên wî çi bixwazin û çi nexwazin nizama siyasî ya Tirkiyê tê guhartin.