Tebax 17, 2015 10:05 Asia/Tehran
  • Xebatên navçeyî bona rêketina navçeyî û çareserbûna kirîza Sûriyê

Rojnama Cimhûriya islamî çapa Têhranê nivîsî, dewra nû ya xebatên navçeyî û navnetewî ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê ji riya siyasî û hevgirtina bona sekinîna li hemberî DAIŞ berdewme.

Rojnama Cimhûriya islamî çapa Têhranê îro yekşemê nivîsî , dewra nû ya xebatên navçeyî û navnetewî ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê ji riya siyasî û hevgirtina navçeyî bona sekinîna li hemberî grûpa terorîstî a DAIŞ li nav Iraq û Sûriyê berdewme.
Rojnama Cimhûriya islamî nivîsî heta ku ewlehiya Iraq û Sûriyê dabîn nebe, terorîzm li Lubnanê jî xeteran çê dike û li welatên wekî Efxanistan û Yemenê jî grûpên terorîstî dest bi cinayetên xwe dikin.
Rojnama Cimhûriya islamî nivîsî roja îro hevgirtinekî navçeyî û navnetewî dijî terorîzmê li halê pêkhatinê ye .
Rojnama Cimhûriya islamî ragihand ku piştê rêketina navokî dinavbera Îranê û grûpa 5+1 rêketinekî navçeyî û cîhanî bi pişkdariya Îran û Rûsiyayê li halê pêydabûnê ye ku bûye sebeba pêkhatina hevalbendiyekî berfire dijî grûpa terorîst a DAIŞ'ê .