Êrişa ser avahiya partiya hakim ya AKP li rojhilata Tirkiyê
Tebax 17, 2015 10:04 Asia/Tehran
kesên nenas li bajarê Diyarbekrê li rojhilata Tirkiyê pê naroncokan êrişî ser avahiya partiya hakim ya AKP kirin.
Gor rapora îro duşemê ya medyayên Tirkiyê , kesên nenas li bajarê Diyarbekrê li rojhilata Tirkiyê pê du naroncokan êrişî ser avahiya partiya hakim ya AKP li navça Kayapinar kirin ku ji ber teqîna narincokek, eskerekî polîs birîndar bû.Muhemmed Akar serokê AKP li parêzgeha Diyarbekrê bal kişande ser viya ku avahiya AKP berê jî bicaran ketibû ber hedefa êrişên wiha got: Hedefa van êrişan çêkirina tirsê li nav Tirkiyê û lawazkirina AKP ye.
Akar herwisa bal kişande ser gotûbêja telifûnî ya wî û Ehmed Dawûdoglu serokwezîrê Tirkiyê û serokê AKP piştê vê rodavê û got: Bi hetm kesên ku kiryarên wiha li nav axa Tirkiyê cih tînin ya wane ku demokrasiya nav Tirkiyê bikene ber hedefa êrişên xwe.