40 çekdarên tirk di heyama yek meha buhurî da hatine kuştin
Tebax 16, 2015 21:06 Asia/Tehran
Artêşûa Tirkiyê ragihand ku di 30 rojên buhurî da 40 kes ji leşkerên vî welatî ji ber şer û pevçûna di navbera hêzên tirk û şervanên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK= li Tikriyê hatine kuştin.
Li gorî rapora IRIB News'ê, arêşa Tirkiyê roja yekşemiyê tevî ragihandina vê nûçeyê destnîşan kir ku operasiyona hêzên asayîşê yênn vî welatî heta jiçekkirina tam a PKK'ê dê bidome. Li gorî vê raporê,idia hatiye kirin ku bi sedan kes ji endamên PKK'ê jî ji ber van şer û pevçûna njiyana xwe ji dest dane. Her wiha malpera Akşama Tirkiyê bi raporekê ragihand ku firokexaneya Selahedîdnê Eyûbiya bajarê Hekariyê ku di meha buhurî da ji aliyê serokkomarê Tirkiyê, Receb Teyib Erdoxan va hatibû vekirin di heyama 15 rojên buhurî da ji tirsa êrîşên PKK'ê hatiye betalkiirn. Şirketa geta esmanî ya Tirkiyê jî betalkirin afirînên bo vê firokexaneyê piştrast kiriye. Nearamiyê li Tirkiyê piştî êrîşa xwekujiyê li ser koma çalakvanên hogirê kurdan li baajrê Surûçê li başûrê Tirkiyê û li nêzikî sînorê Sûriyê ku di encamê da 32 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetir 100 kesî jî birîndar bûn, dest pê kirine. Artêşa Tirkiyê di hefteyên buhurî da bi idia û mehneya şerê li dijî têrorîsmê pêgeh û çeperên Partiya Karkerên Kurdistanê, PKK li bakûrê Iraqê jî dane ber êrîşên esmanî. Li pey van êrîşan PKK'ê ragihand ku şert û mercên agirbesa di navbera Enkerê û PKK'ê bi tamî hatine binpêkirin û ji niha û pê va agirbesa di navbera vê partiyê û dewleta Tirkiyê bêwate ye.