Tebax 16, 2015 21:04 Asia/Tehran
  • Di mehekê da 40 serbazên Tirkiyê hatine kuştinê

Artêşa Tirkiyê ragihand ku 40 serbazên vî welatî li şerê dijî PKK'ê mideha meha buhurî da hatine kuştinê.

Artêşa Tirkiyê îro bi daxûyaniyekê tevî ragihandina vê nûçeyê desnîşan kir, operasyona hêzên ewlehiya vî welatî heta jiçekirina tam a PKK'ê yê berdewam be.
Li gorî vê raporê, di encama pevçûnên meha buhurî da, bi sedan endamên PKK'ê jî hatine kuştin an birîndar bûne.
Li gorî nûçeyeke malpera rojnama Akşamê, balafirgeha Selahedîn Eyûbî ya bajarê hekariyê ku di meha Gukana buhurî da bi amadebûna Receb Teyîb Erdoxan serokomarê Tirkiyê hatibû vekirinê, mideha 15 rojên buhurî da ji tirsa êrişên PKK'ê girêdayî bûye.
Şîrketa geştên esmanî ya Tirkiyê jî sekinandina geştên vê balafirgehê piştrast kiriye. Rewşa Tirkiyê bi dû teqîna têrorîstî ya li Sirûçê ku di encamê da 32 xort hatin kuştinê û zêde ji 100 kesî jî birîndar bûn, aloz bûye.