Tebax 16, 2015 19:00 Asia/Tehran
  • Rêberê CHP'ê, Erdoxan tawanbar kir

Rêberê partiya sereke ya dijberê dewleta Tirkiyê, serokkomarê vî welatî, Receb Teyib Erdoxan bi hewildana ji bo pêkanîna darbeya siyasî li Tirkiyê tawanbar kir.

Li gorî rapora IRIB News'ê, rêberê Partiya Komaraxwaz a Gel (CHP), Kemal Kiliçdaroxlû roja yekşemiyê hewildana Erdoxan ji bo guhertin apergala parlemaniya vî welatî bo sîstima serokatiyê ji bo pêşeroja ewlehî û siyasî ya Tirkiyê gellekî bitehluke da zanîn. Kiliçdaroxlû got: Erdoxan bêyî berçavgirtina qanûna bingehîn a Tikriyê, tenê û tenê ji bo berjewnedî û armancên xwe yên şexsî diaxive û pêngavan radike.
Rêberê CHP'a Tirkiyê bal kişande hewildana dewletên berê ji bo pêkanîna dêmokrasiyê li vî welatî û got: Gel û partiyên cûrbicûr li Tirkiyê dê rê nedin tu kesî ku vî welatî ber bi dîktatoriyê va pêşda bibe.
Serokkomarê Tirkiyê, Receb Teyib Erdoxan bi caeran li ser pêwîstiya guhertina pergala parlemanî li vî welatî bo sîstima serokatiyê pêgirî kiriye. Partiya Dad ûş Geşepêdanê (AKP) ya Tikriyê hêvîdar bû ku li hilbijartina parlemaniya vê dawiyê kursiyên pêwîst li parlemana vî welatî ji bo guhertina qanûna bingehîn biarmanca guhertin sîstima siyasî bo sîstima serokatiyê bi dest xine. Lê vê partiyê ne tenê nekarrî kursiyên pêwîst bi dest xine belkê heta piraniya tekûz a kursiyên xwe li parlemanê ji dest dan û a niha neçar e ku ji bi damezirandina dewletê ligel partiyên din hevpeymaniyê girê bide.