Tebax 16, 2015 17:27 Asia/Tehran
  • Ji ber pevçûnên di navbera şervanên PKK û çekdarên tirk li Qersê 4 kes hatin kuştin

Çavkaniyên nûçeyan ên Tirkiyê ragihandin ku di encama şer û pevçûna di navbera şervanên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK= li Tikriyê û hêzên dewletê yên vî welatîli parêzgeha Qersa rojhilata Tirkiyê 4 kes hatin kuştin.

Malpera televîziyon TRT'ê nivîsî: Şer û pevçûn di navbera hêzên candirme û şervanên PKK'ê li dorhêla gundê Qereqeleya girêdayî bi bi beşa Kaxzemana parêzgeha Qersê bûn sebeb ku 3 kes ji endamên PKK'ê jiyana xwe jid est bidin û du kes ji çekdarên candirme jî birîndar bûn ku bo nexweşxaneyê hatin veguhestin lê yek ji wan li nexweşxaneyê mir. Li ser esasa nûçeyên herî dawîn operasiyona hêzên dewleta Tirkiyê bi piştgiriya esmanî li vê navçeyê hema wisan didome. Artêşa Tirkiyê di rojên dawî da bi idia û behaneya şerê li dijî têrorîsmê, pêgeh û çeperên PKK'ê li bakûrê Iraqê jî dane ber êrîşên xwe yên esmanî.