Tebax 16, 2015 17:25 Asia/Tehran
  • Tirkiyê hişyarî da Almaniyayê

Receb Teyîb Erdoxan serokomarê Tirkiyê hişyarî da Almaniyayê ku heke cîgirê berê yê dozgerê giştî yê Istenbolê ku reviye Almaniyayê radestê wî welatî neke, dewleta Tirkiyê ji vir şûn da tu sûckarekî radestê Almaniyayê nake.

Li gorî rapora rojnama Hurriyet çapa Tirkiyê, Zekeriya Oz û Celal Kara du dozgerên tirk bûn ku 10 Tebaxê ji tirsa girtina bi tawana hewldana bo darbeyê, bi riya Eremnistan û Gurcistanê revîn Almaniyayê.
Oz berî viya bi piştgiriya Receb teyîb Erdoxan serokomarê Tirkiyê, sergêriya lêkolînên dosiyên bigengeşe yên derbayê dikir, lê piştî ku lêkolînên dosiya gendeliya mezin a Tirkiyê girt ustiyê xwe, ket ber kîn û xezeba Erdoxan.
Erdoxan l ixeberdana xwe li wilayeta Rîzeyê li Tirkiyê di vî warî da got: ihtimala viya ku Întêrpol li bara van du kesan hişdariya sor ragihîne heye. Di vê rewşê da divê em li bendê bin ka Almaniya bi dû biryara Întêrpolê yê çi bike. Heke Berlîn van du tawanbaran nezivirîne, Enqere ji vir şûn da tu tawanbarekî almanî bi îmzeya Erdoxan nazvirîne Almaniyayê.