Hewildana Tirkiyê ji bo pêkanîna navçeya ewleh li bakûrê Sûriyê
Tebax 16, 2015 16:29 Asia/Tehran
Wezîrê karên û barên Yekîtiya Ewropayê yê Tirkiyê li ser hewildana dewleta vî welatî ji bo pêkanîna tişta ku Enqere wek ''Navçeya Ewleh'' li bakûrê Sûriyê bi nav dike, pêgirî kir.
Li gorî rapora IRIB News'ê, Wolkan Bozker roja yekşemiyê bi idiaya vê yekê ku "navçeya ewleh" tenê ji bo vegerandina awareyên sûrî tê damezirandin, got: Li bara pêkanîna vê herêmê lihevkirinek jdi navbera Tirkiye û Amerîka da heye. Bozker bal kişande ser zêdebûna awareyên sûrî di nav axa Tirkiyê da û got: Ev yeka tenê têkildarê vî welatî nine û welatên din jî pêwîst eku li vê mijarê alîkariya Tirkiyê bikin. Serokwezîrê Tirkiyê jî pêştir qala xwesteka vî welatî ji bo pêkanîna Navçeya Ewleh li zîvala sînorî ya bakûrê Sûriyê bi alîkariya Amerîka û welatên din kiribû. Ehmed Dawûdoxlû wisan idia kiribû ku pêkanîna Navçeya Ewleh li bakûrê Sûriyê dê ewlehî û asayîşê ji bo welatiyên sivîl li hemberî êrîşên dewleta Sûriyê yan koma têorrîst a DAIŞ'ê dabîn bike. Gotinên serokwezîr li bara xebata Tirkiyê ji bo pêkanîna Navçeya Ewleh li zîvala sînorî ya Sûriyê li halekî ye ku dewleta Partiya serdest a Dad û Geçepêdanê (AKP) bi caran ji aliyê dijberên navxweyî û heta hinek ji hevpeymanên xwe yên navneteweyî va bi sûca piştgiriya ji koma têrorîst a DAIŞ'ê hatiye tawanbarkirin.