Tebax 16, 2015 16:25 Asia/Tehran
  • Dilgiraniya Amerîkayê ji ber êrişên berfire yên Tirkiyê ser PKK'ê

rayedarên leşkerî yên amerîkî dibêjin ku li gorî rêketina Waşîngton û Enqerê biryar bû Tirkiye bala xwe bide ser lawazkirina DAIŞ'ê, lê Enqerê êrişên herî zêde dijî PKK'ê pêk anîne.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Kurdpress'ê, Amerîka û Tirkiyê 3 heftiyan berî niha li bara sûdwergirtina hevalbendiya dijî DAIŞ'ê ji pêgeha hewayî ya Incirlîkê bo êrişa ser çeperên DAIŞ'ê û pişkdariya Tirkiyê li vê hevalbendiyê li hev kirin, lê hin rayedarên amerîkî li gotûbêja tev Wall Stret Jornalê gotine ku Tirkiye rêketina vê dawiyê ya bi Amerîkayê ra dijî DAIŞ'ê, wek riyekê bo êrişên berfire ser PKK'ê bi kar tîne.
Rayedarekî derecebilind ê leşkeriya Amerîkayê ji Wall Stret Jornalê re gotiye ku Tirkiyê heftiya buhurî Amerîka xatircem kir ku êrişên ser PKK'ê demkurt bin, lê bala xwe daye ser êrişên ser pêgehên vê partiyê li bakûra Iraqê. Rayedarekî din ê amerîkî jî gotiye ku tam eyan e ku DAIŞ' mehne û davikek bû. Tirkiyê dixwast êrişî PKK'ê bike û hewcedarê hecetekê bû.
Rayedarên Tirkiyê gotine ku vî welatî roja îmzakirina rêketina bi Amerîkayê ra, êrişî pêgeheke DAIŞ'ê kiriye, lê rayedarên amerîkî gotine ku Tirkiyê ji wê rojê vir da tu êrişek dijî DAIŞ'ê pêk neaniye û ev yeka bûye sedema dilgiraniyê di navbera wan rayedarên amerîkî da ku dixwazin Tirkiye li şerê dijî DAIŞ'ê zêdetir pişkdar be. Hin rayedarên leşkeriya Amerîkayê ji Tirkiyê xwestine ku êrişî hin deverên taybet li bakûra Iraqê neke. Rayedarên amerîkî li gorî viya ku Tirkiyê tenê 10 deqîqeyan berî êrişa vî welatî ser pêgehên PKK'ê, Amerîka haydar kiriye, niha nahêlin ku Tirkiye li êrişên ser DAIŞ'ê pişkdariyê bike.