Tebax 16, 2015 14:52 Asia/Tehran
  • Serokê partiyên Tirkiyê gotinên Erdogan mehkûm kirin

Serokê partiyên nav Tirkiyê gotinên Erdogan ku çi bixwazin û çi jî nexwazin sîstema hikûmeta Tirkiyê tê guhartin , ret kirin.

Li gor rapora Kurd Press'ê, Serokê partiyên nav Tirkiyê gotinên Receb Teyib Erdoxan serokkomarê vî welatî ku gotibû çi bixwazin û çi jî nexwazin sîstema hikûmeta Tirkiyê tê guhartin, bi şîdet ret kirin.
Her li vê rastê da Dengîr Mehmet Firat nûnerê bajarê Mêrsînê li parlemana Tirkiyê û endamê Partiya Demokratîk A Gelan (HDP) ragihand ku li nav Tirkiyê tu rejîmek nayê guhartin û axivtina li ser guhartina sîstema hikûmetî tiştekî nediroste, ji ber ku wexta serokkomarê Tirkiyê ji vê îdiayê diaxive bi hetm wî tu agehdariyek li ser qanûna bingehîn ya Tirkiyê tune.
Wî got: Ev gotinên Erdogan îhaneta derheq gelê Tirkiyê ye û ev qet qanûna bingehîn ya welêt berçav nagire.
Altan Tan nûnerê parlemana Tirkiyê ji bajarê Diyarbekrê ragihand ku eva gelê her welatekê ye ku biryarê digre ku sîstema hikûmeta xwe biguherîne û qet kesek hema bi serê xwe nikare biryarekî wiha bigre.
Atîla Kaya alîkarê MHP jî li gotinên xwe ragihand ku van gotinan bi eşkera derxist ku pirsgirêka sereke ya Tirkiyê hema Erdoan bi xwe ye ji ber ku ew qanûna bingehîn ya Tirkiyê binpê dike û dil hye Tirkiyê ber bi aloziyê bibe.
Sezgîn Tanrî Kolo serokê feraksiyona CHP li parlemana Tirkiyê jî bal kişande ser gotinên Erdogan û got: Erdogan dixebite viya bêje xelkê Tirkiyê ku ez naveroka qanûna bingehîn ya welêt berçav nagirim ku nêhrîna wiha amadekirina mijara kûdetayê ye.