Di pevçûna navbera PKK û artêşa Tirkiyê li Qersê da 4 kes hatin kuştin
Tebax 16, 2015 12:40 Asia/Tehran
Bingehên nûçan ragihandin ku di pevçûna navbera PKK û artêşa Tirkiyê li parêzgeha Qersê li rojhilata Tirkiyê 4 kes hatine kuştin.
Li gor rapora televîzyona TRT, Li şer û pevçûna şeva bihurî dinavbera hêzên artêşa Tirkiyê û endamên PKK li derûdora gundê Kara Qele li navça Kaxizmana parêzgeha Qersê 3 endamên PKK hatine kuştin û 2 hyêzên artêşa Tirkiyê jî birîndar bûn.Hatiye ragihandin ku ev nexweşên hanê bona nexweşxana Qersê hatine veguhestin ku yek ji wan eskerên Tirkiyê ji ber birîna kûr hate kuştin.
Bingehên nûçan ragihandine ku hîn jî şer û pevçûna dinavberra hêzên artêşa Tirkiyê û endamên PKK li vê navçê berdewame û hêzên hewayî yên artêşa Tirkiyê jî hatine piştevaniya hêzên bejayî.
Hêzên artêşa Tirkiyê vê dûmahîkê bi mihana xebata dijî terorîzmê pêgehên PKK li bakûra Iraqê jî xiste ber hedefa êrişên hewayî yên xwe.