Tebax 16, 2015 11:24 Asia/Tehran
  • Li pevçûnên li başûra rojhilata Tirkiyê kesek hate kuştin

Bingehên nûçan ji Tirkiyê ragihandin ku li şer û pevçûna dinavbera hêzên polêsê Tirkiyê û endamên PKK li navça Şemdînliyê li parêzgeha Hekariyê polîsek hate kuştin.

Li gor rapora rojnama Zeman , Duh şemiyê çaxê ku hêzên polîsê Tirkiyê li bajarê Şemdînliyê dil hebûn pîşiya xendeqkolana endamên PKK bigrin, polîsek hate kuştin.
Piştê vê pevçûnê hêzên dewletî yên Tirrkiyê operasiyonekî berfire dijî PKK li Şemdînnliyê destpê kirin.
Gor nûçeyekî dinê ji Tirkiyê, endamên PKK duh pê rakêtan û reşaşan êrişî ser navenda hêzên dewletî li navça Kaynarca li derûdora bajarê Tatwanê li parêzgeha Bitlîsê û navenda eskerî ya Guroymakê li vê parêzgehê kirin.
Bingehên Tirkiyê ragihandin ku li van êrişan du eskerên Tirkiyê birîndar bûn.
Ji aliyê din ve hatiye ragihandin ku endamên PKK şeva îniyê riya Diyarbekr-Bîngolê girêdan û basek ragirtin û efserek û eskerekî Tirkiyê rehîn girtin.
Gor nûçeyekî dinê ji Tirkiyê li navça Pasînler ya parêzgeha Erzrûmê jî endamên PKK pê rakêt û reşaşê êrişî ser navendekî polîsê Tirkiyê kirin ku ji ber vê êrişê xisaretên zav li vê avahiya polîs ket.
Piştî vê êrişê bi sedan kes ji xelkê navçê li vê navenda polîs kom bûn û piştevaniya xwe ji hêzên dewletî ragihandin.