Tebax 16, 2015 11:21 Asia/Tehran
  • Muzakireya MHP'ê û AKP'ê bo pêkanîna dewleta koalîsiyonê

Partiya Hereketa Netewperest a Tirkiyê (MHP'ê) û Partiya Edalet û Pêşketinê (AKP'ê) îro dest bi muzakireyê dikin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fransayê, MHP'ê duh êvarê rê da serokê vê partiyê ku bo pêkanîna dewleta hevalbendiyê bi AKP'ê ra derbazî muzakirê bibe.
Li gorî vê raporê, Dewleta baxçelî serokê MHP'ê biryar e ku îro bi Ehmed Dawûdoxlu serokwezîr ûserokê AKP'ê ra ku ji aliyê Receb Teyîb Erdoxan serokomarê Tirkiyê va bo pêkanîna kabîneya nû hatiye rasipartin, hevdîtin û gotûbêjê bike. Vexwendina MHP'ê bo muzakireyê ji aliyê Dawûdoxlu va bo muzakirê piştî wê pêk hat ku muzakireyên wî û CHP'ê bo avakirina dewleta hevalbendiyê tûşî şikestê bûn.
Ehmed Dawûdoxlu tenê hefteyek mecal bo pêkanîna dewleta hevalbendiyê heye û heke nekaribe bi partiyên din ra di vî warî da li hev bike, yê hilbijartinên meclisê careka din bên lidarxistin.