Erdoxan hewl dide hilbijartinên pêşwext li Tirkiyê bisepîne
Tebax 15, 2015 18:48 Asia/Tehran
Nunerê bajarê Konyayê li meclisa Tirkiyê got: Serokomarê vî welatî yê hilbijartinên pêşwext li vî welatî bisepîne.
Li gorî rapora malpera rojnama Teref çapa Tirkiyê, Husnî Bozkurt parlemanterê CHP'ê ji bajarê Konyayê li meclisa Tirkiyê bal kişande ser şîdetên vê dawiyê li vî welatî û got: Receb Teyîb Erdoxan bo girtina pêşiya xeberdana li bara rewabûna mewqiya xwe, hilbijartinên pêşwext ser welêt da disepîne. Bozkurt her wiha got: Dewleta AKP'ê ku nekariye ewlehiya navxweyî dabîn bike, divê vê mijarê şirove bike ku yê çawan ewlehiyê bo birêxistina hilbijartinên pêşwext dabîn bike.Wî desnîşan kir ku birêxistina hilbijartinên pêşwext di rewşa niha da ku bûyerên têrorîstî li Tirkiyê dijwar bûne, mêriv dilgiran dikie.