Sefîrê berê yê Emirke li Tirkiyê: Amerîka ferqê datîne navbera PKK'ê û kurdên Sûriyê
Tebax 15, 2015 17:24 Asia/Tehran
Sefîrê berê yê Emirke li Tirkiyê bal kişande ser piştgiriya welatê xwe ji Tirkiyê li hemberî PKK'ê û desnşan kir ku ji bo Waşîngton di navbera PKK'ê û hêzên kurdên sûrî (PYD) da ferq heye.
Li gorî rapora malpera Bas News'ê, Fransîs Rîkardonê got ku Amerîkarê di salên buhurî da jî li hemberî PKK'ê pişta Tirkiyê girtiye û eva tiştekî teze nîne û ferqa rewşa niha û ya berê pêkanîna agirbesê di navbera her du aliyan da mideha 2 salên derbazbûyî da ye ku bibû sedema hêvîdariya kurdan, Tirkiyê û Amerîkayê.Sefîrê berê yê Emerîkayê li Enqerê desnîşan kir ku ji bo welatê wî ferq di navbera kurdan de heye, ji ber ku kurd l iwelatên curbicur dijîn û peyrewiya siyaset û partiyên curbicur dikin û li gor nêrîna Amerîkayê hêzên kurdên sûrî (PYD) ji PKK'ê cuda ne. Wî bal kişande ser viya ku li Tirkiyê kurd jî pişkdarê hikûmetê ne û bi awayekî piştrast got ku Tirkiye jî ferqê datîne di navbera kurdan da, çimkî îzna pişkdariya siyasî li hikûmetê daye kurdan.
Vî rayedarê amerîkî her wisan got: Kurdên Sûriyê pirranî alîgirên PYD'ê ne û îzbat kirine ku tu pirsgirêka wan bi Tirkiyê ra tune û Amerîka jî niha bi wan ra hevkariyê dike û heta siyasetên Tirkiyê jî li hemberê komên curbicur ên kurd cuda ne.