Demirtaş: Kiryarên PKK'ê bûne sedema rawestana kar û debarê li deverên kurdnişîn ên Tirkiyê
Tebax 15, 2015 12:59 Asia/Tehran
Hevserokê Partiya Dêmokratîka Gelan a Tirkiyê (HDP) ragihand ku êrişên PKK'ê li deverên kurdnişîn ên vî welatî bûne sedema rawestandina kar û debarê.
Li gorî rapora rojnama Sabah çapa Tirkiyê, Selahedîn Demirtaş, hevserokê HDP'ê êrişên vê dawiyê yên PKK'ê li deverên kurdnişîn ên vî welatî rexne kirin û got: Girêdana riyan, operasyonên leşkerî yên PKK'ê, şewitandina kamyon û maşînan, kar û ticaret li deverên kurdnişîn dane sekinandinê. Li wilayeta Wanê û gellek wilayetên kurdnişîn ên Tirkiyê, hinek xwudîpîşe û tacir bi neçar kpçber bûne û terka warê xwe dane. Êrişên PKK'ê û bêewlehîtiya heyî bûye sedema sekinîna kar û debara li deverên kurdnişîn. Heke rewş wiha pêş da here, di rojên pêş da yê li warê nanpatinê jî pirsgirêk derkeve.Demirtaş desnîşan kir: Çavlirêtiya van rojan ji Erdoxan serokomarê Tiriyê ew e ku careka din pêvajoya muzakireyên aştiyê destpê bike.
Heke serokomarê Tirkiyê vî karî bike û pêvajoya muzakireyên aştiyê careka din destpê bike, çawan be, tevî alûgurên pêkhatî, em ê bi tevayê hêza xwe piştgiriyê bidin pêvajoya muzakirên aştiyê. Em naxwazin Tirkiye bikeve halê Sûriyê. Em zêdetir ji her kesî dixwazin ku PKK'ê çekdan dayne.