Çawûşoxlu: Em nahêlin PYD'ê derbasî navçeya navbirr a ewlehiyê bibe
Tebax 15, 2015 10:51 Asia/Tehran
Mewlûd Çawûşoxlu wezîrê karên derve yê Tirkiyê bal kişande ser navçeya navbirr a ewlehiyê li axa Sûriyê û got: Em bi tu awayî rê nadin PYD'ê û YPG'ê derbazî navçeya ewlehiyê bibin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Anadoliyê, Mewlûd Çawûşoxlu wezîrê karên derve yê Tirkiyê bal kişande ser navçeya navbirr a ewlehiyê li axa Sûriyê û got: Em bi tu awayî rê nadin OYD'Ê û YPG'ê derbazî navçeya ewlehiyê bibin. Siyasetên me li bara navçeya navbirr a ewlehiyê li axa Sûriyê aşkera ne. Li vê navçeyê tenê hêzên Artêşa Azad a Sûriyê wê bi cih bibin.Wî li dewama xeberdana xwe got: Em ê nehêlin ku hêzên PYD'ê, El-Nusre û an her komek din a radîkal bikeve navçeya navbirr a ewlehiyê, ji ber ku hebûna wan li wê derê yê ewlehiyê têk bibe. Siyasetên me li bara PYD'ê zelal in. Amerîka jî wek Tirkiyê difiire. Di vî warî da di navbera Amerîka û Tirkiyê da nakokî tune. Heke nakokiya nêrînê heba, rêketiname (rêketinameya Incirlîkê) pêk nedihat.
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê her wiha bi bîr xist: Niha PYD'ê ne armanca me ye. Li rêketina Amerîkayê û Tirkiyê behsa têkoşîna dijî PYD'ê tune, lê eva nayê wateya piştgiriya Tirkiyê ji kiryarên PYD'ê. Em ê bi tu awayî pişta PYD'ê negirin.