Tebax 15, 2015 10:08 Asia/Tehran
  • Tirkiye li ber hilbijartinên pêşwext ên parlemanê

Bi dû şikesta muzakireyên partiyan li ser pêkanîna delweta hevalbendiyê, Tirkiye ket ber hilbijartinên pêşwext ên meclisê.

Rojnama Îran çapa Têhranê îro li nivîsarekê têkildarê pêvajoya muzakureyên pêkanîna dewleta hevalbendiyê li Tirkiyê nivîsî: Tirkiye li halekê ber bi hilbijartinên pêşwext va diçe ku şerê di navbera artêşa vî welatî û PKK'ê didome û gellek rayedarên partiyên vî welatî, Receb Teyîb Erdoxan serokomarê Tirkiyê sedema şikesta pêkanîna dewleta hevalbendiyê dizanin. Li gorî nivîsara rojnama Îran çapa Têhranê, Ehmed Dawûdoxlu serokwezîrê Tirkiyê piştî şikesta muzakireyên wî ligel Kemal Kiliçdaroglu serokê CHP'ê, hilbijartinên pêşwext ên meclisê wek tenha riya vî welatî hilêxistiye ta ku raya giştî ya Tirkiyê bo birêxistina hilbijartinên hanê bê amadekirin.
Rojnameya Îranê, birêxistina hilbijartinên pêşwext ser xêra AKP'ê zaniye û ragihandiye ku şirovekir ser vê bawerê ne ku heke hilbijartinên pêşwext bên lidarxistin, yê dengên AKP'ê ji sedî 2 zêde bibin, lê hê kifş nine ka ev asta yê bikaribe pêkanîna dewleta yekpartiyê ji aliyê AKP'ê va garantî bike an na.
Li dewama nivîsara rojnama Îranê hatiye, Erdoxan pê bikaranîna hestên netewperestiyê û şerê dijî PKK'ê hewl dide bala piştgirên MHP'ê ser AKP'ê da bikişîne. Li gorî vê nivîsarê, serokên partiyên muxalifetê li Tirkiyê dibêjin ku Erdoxan dil heye bi destwerdana li pêvajoya muzakireyên pêkanîna dewleta hevlabendiyê di navbera AKP'ê û CHP'ê da, rihê demokrasiyê li Tirkiyê ji nav bibe.
AKP'ê li hilbijartinên meclisê yên 7 Hezîrana buhurî ekarî pirraniya kursiyên meclisê bi dest bixe û bi tena serê xwe wek 13 salên buhurî dewletê pêk bîne û destûea bingehîn biguherîne.