Tirkiye li ser sînorê Sûriyê dîwarê bitûnî çê dike
Tebax 14, 2015 17:18 Asia/Tehran
Dewleta Tirkiyê li sînorên başûrî yên vî welatî ligel Sûriyê dîwarê bitûnî çê dike.
Li gorî rapora IRIB News`ê ji zarê malpera kanala têlêvîziyoniya El-Alemê, li pey gurrbûna operasiyonên çekdarî li başûrê Tirkiyê, dewleta vî welatî biryar da ku bi mebesta gurrkirina kiryarên ewlehiyê, li ser sînorê xwe ligel Sûriyê dîwareke bitûnî ava bike. Li gorî vê raporê, operasiyona avakirina vê dîwara bitonî ku dê li navçeya Hatayê were avakirin, dê bi hevkariya parêzgariya Hatay û fermandariya duyem a parêzvaniya sînorê were pêkanîn. Ev dîwara li derûdora Bokolmîzê li navçeya Rêyhanliyê li hemberî navçeya Etîmê li Sûriyê û bi bilintiya sê mitran tê kişandin. Kiryara dewlta Tirkiyê ji bo avakirina dîwarê bitûnî li halekê ye ku li gorî gotina berpirsên partiyên dijber û medyayê Tirkiyê, dewleta Tirkiyê ji destpêka qeyrana Sûriyê heta niha, ji bo komên çete û têrorîst li nav axa Sûriyê yên ku li dijî dewleta vî welatî (Sûriyê) şer dikin, çekan dişîne û ji wan piştgiriyê dike. Dewleta Tirkiyê her wiha hatûçûna çeteyên têrorîst ji axa xwe bo Sûriyê hêsan kiriye û birîndarên têrorîst li nav xwe derman kirine.