Tebax 14, 2015 16:03 Asia/Tehran
  • 34 kas li Tirkiyê bi tawana hevkariya tev PKK û DAIŞ hatine girtin

Hêzên ewlehiya Tirkiyê 34 kes li çend operasiyonên cidacida li bajarên vî welatî bi tawana peywendiya tev PKK û DAIŞ girtin.

Li gor rapora ajansa ISNA'yê, Bingehên ewlehiya Tirkiyê îro îniyê ragihadin ku hêzên ser bi yekîneyên dijî terorê yên vî welatî li operasiyoneke berfire li bajarê Stenbûlê çend tawanbar ji wan 3 kesên ku pişkdariya şerên nav Sûriyê û Iraqê kiribûn girtin.
Gor vê raporê li vê operasiyonê parek pir ji çek û sîlah jî ji endamên grûpa terorîstî yên DAIŞ'ê li nav axa Tirkiyê hatine girtin.
Bingehên ewlehiya Tirkiyê herwisa ragihandin ku li 3'ê operasiyonên cidacida li bajarê Izmîrê û li sê navçên vî bajarî 13 endamên PKK hatine girtin.
Hatiye ragihandin ku li operasiyonên cidacida li bajarên wekî Enqere, Stanbûl, Ezne, û Wanê birek ji endamên grûpa terorîstî ya DAIŞ'ê û PKK hatine girtin.