Tebax 14, 2015 14:58 Asia/Tehran
  • Daxwaza Amerîka ji Tirkiyê ji bo destberdana ji êrişên bi tenê dijî DAIŞ'ê

Amerîka ji Tirkiyê xwest ku hema bi tenê tu êrişekê dijî grûpa terorîst a DAIŞ'ê li nav axa Sûriyê organîze neke.

Li gor rapora IRIB News'ê, John Kerbî berdevkê wezareta karên derve yê Amerîka ji Tirkiyê xwest ku hema bi tenê tu êrişekî hewayî dijî grûpa terorîst a DAIŞ'ê li nav axa Sûriyê organîze neke.
Kerbî ragihand, Hîn ku Tirkiyê bi tamî li nav lîsta welatên hevlbende dijî DAIŞ'ê cih negirtiye, bi serê xwe pêgehên DAIŞ li nav axa Sûriyê bombbaran neke baştir e.
Kerbîî bal kişande ser vê yekê ku Enqerê ev xwesteka Amerîka qebûl kiriye destnîşan kir ku hîn tu çarçîveke demûgavî bona viya ku Enqere bi fermî bibe endamê hevalbendiya dijî DAIŞ kifş nîne.
Amerîka roja çarşemê li daxûyaniyekê ragihand ku êrişên xwe yên ser grûpa terorîst a DAIŞ'ê li nav axa Sûriyê ji nav navenda hewayî ya Încirlîka Tirkiyê destpê kiriye.
Karzan û gelê navçê bawer in ku Tirkiye ti caran bi cidî li ber DAIŞ'ê nesekiniye û çend êrişên ku ser navê êrişa ser çperên DAIŞ'ê jî cih anîne formalîte bûne û ti xisar li vê grûpa terorîstî nexistiye, wer diyar e Tirkiye ji bo ku alîkariya DAIŞ'ê bike êrişî ser kurdên ku bi cidî li ber vê grûpa terorîstî (DAIŞ) sekinîne dike.