Çar şervanên PKK`ê li parêzgeha Şirnaxa Tirkiyê jiyana xwe ji dest dan
Tebax 14, 2015 12:00 Asia/Tehran
Herîkêm 4 kes ji endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Tikriyê ji ber pevçûna ligel hêzên artêşa Tirkiyê li başûrê rojhilata vî welatî jiyana xwe jid est dan.
Serokerkaniya giştî ya artêşa Tirkiyê roja pêncşemiyê ragihand ku hêzên asayîşê yên vî welatî li pevçûna ligel şervanên PKK`ê li bajarê Silopiya parêzgeha Şirnaxê herîkêm 4 kes ji wan kuştin. Serokerkaniya artêşa Tirkiyê her wiha ragiahnd ku endamên PKK`ê dema ketin anav navendeke ewlehiyê li pêgeha leşkerî ya Silopiyê li başûrê rojhilata Tirkiyê ketin ber êrîşa hêzên asayîşê. Serokerkaniya giştî ya artêşûa Tirkiyê destnîşan kir ku endamên PKK`ê destpêkê navenda ewlehiyê ya bajarê Silopiyê bi topên hawanê dan ber êrîşan û di dewamê da xwestin ku têkevin nav vê navendê lê tûşî hêzên ewlehiyê yên tirk hatin. Artêşa Tirkiyê her wiha idia kir ku li vê pevçûnên tu zirarek li hêzên ewlehiyê neket. Ji aliyê din va berpirsekî ewlehiyê li parêzgeha Diyarbekirê li başûrê rojkhilata Tirkiyê roja pêncşemiyê got ku hêzên ewlehiyê du kesên gumanbar bi têkiliya ligel PKK`ê ku dixweestin êrîşî ser navendên ewlehiyê bikin, girtin. Hêzên asayîşê yên tirk li destê van du tawanbaran nêzikî 100 kîlo madeyên pêwîst ji bo çêkirina bombeyan peyda kirin. Artêşa Tirkiyê di rojên dawî da bi idia û behaneya şerê li dijî têrorîsmê, pêgehêbn Partiya Karkerên Kurdistanê, PKK li bakûrê Iraqê dane ber êrîşên xwe yên esmanî.