Kamalak: Îstifadeya Amerîkayê ji bargeha Încirlîkê nabe sedema kutabûna terorê
Tebax 13, 2015 21:44 Asia/Tehran
Rêberê partiya Seadetê ya Tirkiyê bi rexnekirina hikûmeta vî welatî ji ber ku bargeha Încirlîkê daye ber destê Amerîkayê û got: Bi vî karî teror ne li Tirkiyê ne jî li navçê de nagihêje dawiyê.
Mistefa Kamalak serokê partiya Îslamxwaz a Seadetê îro li hevpeyvîna xwe bi nûçegihanan re got: riya çareseriya terorê li Tirkiyê pêkanîna sîstema adilane a huqûqî, damezirandina aştiya navxwe, hebûna aboreke aktîv, zêdekirina îxracata kelûmelan û xebata li dij gendeliya aborî û bertîlstandin û roşwetxwarinê ye. Wî her wiha got: riya din a girtina pêşiya terorê li Tirkiyê pêkanîna rewşa lihevkirinê û biratiyê di navbera gelên curbicur ên Tirkiyê ye, ne ku bihêlin bila Amerîka ji bargeha Încirlîkê îstifade bikin .Kamalak desnîşan kir ku li mideha 20 salên bihûrî zêde ji 50 hezar kesan di encama kiryarên terorîstî jiyana xwe ji dest dane û got: Tirkiye ji ber berdewamiya şer û pevçûnên navxwe her sal 15 milyard dolaran ziyanê dike , heke ev pera ji bo pêşxistina welêt xerc dibû, bi yeqîn gelek pirsgirêk çareser dibûn.
Rêberê partiya îslamxwaz a Seadetê ya Tirkiyê bal kişande ser vê yekê ku li gor proja amerîkî ya ''Rojhilata Navîn a Mezin'' divê Tirkiye jî were perçe kirin , vêca ber bi eskerên Amerîkayê got: We ku dil heye Tirkiyê perçe bikin û niha hêzên we ên eskerî di nav axa Tirkiyê damezirîne, gelo hûn fikir dikin ku bi damezirandina van hêzan xwe li Tirkiyê de, pêşî li teror û terorîzmê tê girtinê û teror kuta dibe.