Wezîrekî tirk: Bila Partya Demokratîk a Gelan (HDP) xwe ji PKK'ê dûr bigire
Tebax 13, 2015 21:10 Asia/Tehran
Wezîrê kar û barên Yekîtiya Ewrûpayê yê Tirkiyê ragihand: Divê Partiya Demokratîk a gelan (HDP), peywendiyên xwe yên bi PKK'ê re ji ber çavan re derbas bike.
Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Anatoliyê ji Enqerê, Volkan Bozkir, Wezîrê kar û barên Yekîtiya Ewrûpayê yê Tirkiyê, li gotûbêj û hevpeyvîna bi televîzyona dewletî ya vî welatî (TRT) got: PKK saziyeka terorîstî ye. Lê Partya Demiokratîk a Gelan (HDP) partiyeka siyasî ye û xelkê li hilbijartinan dengê xwe dane vê partiyê. Lê mesela ku heye eva ye ku namzedên vê partiyê li pêgehên PKK'ê yên li bakûrê Iraqê kifş bûne.Ev berpirsê payebilind ê tirk ku bona hevdîtineka fermî li Berlînê ye got: Her ji ber vê yekê ye ku Partya Demokratîk a Gelan nikare kui baweriyê bide me ku PKK yê çekên xwe dayne erdê.
Wezîrê kar û barên Yekîtiya Ewrûpayê yê Tirkiyê îdia kir ku tu partiyeka din bi dû pêkanîna dewleteka hevalbend a bi partya Demokratîk a Gelan nîne. Wî destnîşan kir: '' Divê Partya Demokratîk a Gelan bi zelalî ragihîne ku gelo PKK'ê rêxistineka terorîstî dizane yan na? Her wiha divê ev partiya rabigihîne ku gelo dikare bi PKK'ê re bêje ku çekên xwe dayne yan na?''
Volkan Bozkir got: " Em dijî terorîsmê şerr dikin. Li gorî me DAIŞ, PKK yan her grûpeka din a terorîstî yek in.''