Amerîka îdiaya Tirkiyê li bara çêkirina navçeya ewle û aram li Sûriyê red kir
Tebax 13, 2015 20:51 Asia/Tehran
Berdevkê fermî yê wezareta karên derve ya Amerîkayê radigihîne ku di rêketina navbera Amerîka û Tirkiyê de hatiye ku hêzên wan ên asmanî dikarin navenda Incirlîkê bikar bînin, lê belê pirsa avakirina navçeyeke aram li Sûriyê têde nehatiye pesend kirin.
Ev daxuyaniya Amerîka piştî çend saetan hate weşandin ku Tirkiyê gotibû ew bi Amerîkayê re ser avakirina navça aram û ewle gihêştine rêketinê.Li gor ragihandina ajansa Xendan, berdevkê fermî yê wezareta karên derve ya Amerîkayê, Mark Tuner diyar kir ku rêketina wan ligel Tirkiyê li ser baregeha Incirlîkê bûye û bi çi awayî behsa navçeya aram û ewle li Sûriyê nehatiye kirin û di rêketinê de tiştekî wiha nehatiye.
Ew jî diyar kir ku lihevkirina Waşintonê ligel Tirkiyê li ser jinavbirina DAIŞ`ê ye û tiştek bi navê navçeya aram ya parastî rast nîne.
Cîgirê wezîrê karên derve yê Tirkiyê Ferîdun Sinirlîoglu ragihandibû ku hêzên çekdar ên Tirkiyê wê li gel Amerîka navçeyeke parastî ya aram li Sûriyê ava bikin.
Sinirlîoglu amaje bi wê yekê jî kiribû ku welatê wî hêzên piyade naşîne Sûriyê û li wê navçeyê hêzên opozisyona Sûriyê berpirs in wê navçê û welatiyan biparêzin.