Tebax 13, 2015 18:50 Asia/Tehran
  • Erdogan li ser berdewamiya êrişên li dij PKK sekinî

Serokkomarê Tirkiyê li ser berdewamiya operasiyonên artêş li dij Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) sekinî.

Serokkomarê Tirkiyê, Receb Teyib Erdoganduh balkişande ser êrişên PKK li dij hêzên ewlehiya vî welatî û ragihand ku êrişên hewayî yên artêşê ser çeperên vê grûpê li başûra rojhilata Tirkiyê û bakûra Iraqê her berdewam dike.
Serokkomarê Tirkiyê bal kişande ser vê yekê ku hikûmet parastina welêt heqê xwe dizane û got: Em li hemberî terorîzmê paşve nakişin. Erdogan got: Em êrişê bi êrişê bersiv didin.
Erdogan ji hêzên PKK xwest çek û sîlahên xwe bêyî ti şert û mercekê daynin erdê û xwe radestî hêzên Tirkiyê bikin da ku êriş werin rawestandin.