Alîkarê Wezîrê Pêşmergeyên Hikumeta Herêma Kurdistanê Serbest Lezgîn gotibû ku YPG’ê êrişî pêşmergeyan kiriye. YPG’ê di bersiva wî de ew derewîn da zanîn.
YPG`ê ragihand ku di operasyona wan a li herêma Til Hemîsê de 4 çeteyên DAIŞ`ê hatine girtin.
Yekîneyên Antî Terorê (YAT) bi oprasyonekê 16’ê Cotmehê li Hesekê şaneyek razayî ya DAÎŞ’ê ku ji 4 kesî pêk dihat hatin girtin.
Artêşa Tirkiyê û grûpên ser bi wê ve, gundên Efrîn û bakurê Helebê yên di destê YPGê de ne, dan ber topan.
Medyayên Tirkiyê ji zarê çavkaniyên ewlehiyê yên vî welatî îdia kirin ku 300 hêzên leşkerî yên ser bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bo navçeya Qerebaxê hatine şandin da ku tevlî şerê Ermenistanêû Komara Azerbaycanê bibin.
Li gor zanyariyan di encama êrişekê de li parêzgeha Idlibê 9 serbazên Tirkiyê birîndar bûn.
Jina bi navê E. A û zaroka xwe ya 3 salî ji beriya salekî ji aliyê çeteyên girêdayî bi artêşa Tirkiyê ve hatibû revandin. E. A serpêhatiya xwe û çarenûsa hevjînê xwe yê ji aliyê istixbarat Tirkiyê ve hatiye revandin vegot.
Artêşa Tirkiyê îdia kir ku komeke çekdarên Kurd li bakurê Sûriyê girtiye.
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê ragihand: "Me zêdetirîn nêzikatî derbarê Sûriyê bi Fransayê ra hebû, lê nakokiyên me digel Parîsê piştî piştevaniya wî welatî ji Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dest pê bû."