YPG: Li Til Hemîsê 4 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i322105-ypg_li_til_hemîsê_4_çeteyên_daiŞ_ê_hatin_girtin
YPG`ê ragihand ku di operasyona wan a li herêma Til Hemîsê de 4 çeteyên DAIŞ`ê hatine girtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 08, 2020 13:30 Asia/Tehran
  •  YPG: Li Til Hemîsê 4 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin

YPG`ê ragihand ku di operasyona wan a li herêma Til Hemîsê de 4 çeteyên DAIŞ`ê hatine girtin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê têkildarî operasyona 6`ê Kanûnê ya li Til Hemîsê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

YPG`ê di daxuyaniya xwe de got 6`ê Kanûnê, ji aliyê Yekineyên Antîterorê (YAT) ve li herêma Til Hemîsê, li hemberî çeteyên DAIŞ`ê operasyonek hat lidarxistin û di encamê de 4 çete hatin girtin.

Li gorî daxuyaniyê, navên çeteyên ku hatine girtin wiha ne:  Gazî Dohan, Hemed Elî El-Nasser û Muhanned Muhsin Fehîd El-Duwaîh.

YPG`ê bi berdewamî got: "Çeteyên Muhsen Fehîd El Duwaîh û Gazî Dohan berê di nav DAIŞ`ê de di xebatên îstixbaratê de cih girtiye û li hemberî hêzên me tev li gelek şeran bûne."

YPG`ê di dawiya daxuyaniyê de anî ziman ku di operasyonê de miqdarek cebilxane û amûrên teknîk jî hatine desteserkirin.