Tirkiyê îdia kir komeke çekdarên kurd li bakurê Sûriyê girtiye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i317810-tirkiyê_îdia_kir_komeke_çekdarên_kurd_li_bakurê_sûriyê_girtiye
Artêşa Tirkiyê îdia kir ku komeke çekdarên Kurd li bakurê Sûriyê girtiye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 18, 2020 12:28 Asia/Tehran
  • Tirkiyê îdia kir komeke çekdarên kurd li bakurê Sûriyê girtiye

Artêşa Tirkiyê îdia kir ku komeke çekdarên Kurd li bakurê Sûriyê girtiye.

Li gorî rapora IRIB Newsê ji Enqerê, Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê roja Şemiyê bi daxuyaniyekê îdia kir ku hêzên vî welatî di operasiyonekê da 6 endamên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li bakurê Sûriyê girtine.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihandiye ku 4 kes li navçeya operasiyonî ya Mertala Firatê û 2 kes jî li navçeya operasiyonî ya Çiqla Zeytûnê li bakurê Sûriyê hatine girtin.