Hejmarek ji şêxên eşîretên parêzgeha El- Enbarê kiryara hikûmeta Urdinê ya dayîna îzna xebata siyasî bo partiya hilweşyayî ya Beisê şermezar kir û derbarê dûhatên wê yên bi talûke hişyarî da.
Çavkaniyên nûçeyan berbanga Sêşemiyê ragihandin ku wezîrên derve yên Tirkiye û Urdinê bi rêya telefonê derbarê Sûriyê axivîne.
Wezîrên Karên Derve yên pênc welatên erebî di dawiya civîna xwe ya pêncqolî li bajarê Emmanê yê paytexta Urdinê da teqezî li ser ewlewiyeta bidawîanîna qeyrana Sûriyê û rencê ji ber wê ji bo gelê vî welatî kirin.
Paşayê Urdinê û Welîehdê Erebistanê li Koşka El Selam’ê ya bajarê Cedeya Erebistanê hevdîtin pêk anîn.
Careke din bêrêziya li Qurana Pîroz li welatên rojavayî yên dawakerê Azadiya Raderbirrînê di asta cîhanê da hat şermezarkirin.
Nunerên parlemana Urdinê, dengê Erê dan derxistina balyozê Rejîma Siyonîst ji vî welatî.
Serokwezîrê berê yê Rejîma Siyonîst tevî êrîşa li ser “Benyamîn Netanyahû”, got ku kabîneya wî gefek li dijî ewlehiya vê rejîmê ye.
Paşayê Urdinê careke din tekezî li ser pêwîstiya beşdariya birayên filistînî di projeyên “Aştiya Navçeyî” da kir.
Çavkaniyên sûrî ragihandin ku Wezîrê Karên Derve yê Urdinê gihîştiye Şamê û bi serokkomarê Sûriyê ra hevdîtin pêk aniye.
Berdevkê Tevgera Nucebayê ya Iraqê projeya boriya niftê ji Besreya Iraqê bo bendera Eqebeya Urdinê wek komployek ji bo dabînkirina enêrjiya erzan bo Rejîma Siyonîst zanî.