Hişyariya şêxên eşîretên El-Enbarê derbarê xebata partiya hilweşyayî ya Beisê li Urdinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i341644-hişyariya_şêxên_eşîretên_el_enbarê_derbarê_xebata_partiya_hilweşyayî_ya_beisê_li_urdinê
Hejmarek ji şêxên eşîretên parêzgeha El- Enbarê kiryara hikûmeta Urdinê ya dayîna îzna xebata siyasî bo partiya hilweşyayî ya Beisê şermezar kir û derbarê dûhatên wê yên bi talûke hişyarî da.
(last modified 2023-08-28T12:11:04+00:00 )
May 29, 2023 11:59 Asia/Tehran
  • Hişyariya şêxên eşîretên El-Enbarê derbarê xebata partiya hilweşyayî ya Beisê li Urdinê

Hejmarek ji şêxên eşîretên parêzgeha El- Enbarê kiryara hikûmeta Urdinê ya dayîna îzna xebata siyasî bo partiya hilweşyayî ya Beisê şermezar kir û derbarê dûhatên wê yên bi talûke hişyarî da.

Şêxên eşîretên parêzgeha  El- Enbarê teqez kirin: Ev kiryara rayedarên Urdinê karekî bi talûke dijî ewlehiya Neteweyî ya Iraqê tê hesabê û divê hikûmeta navendî ya Iraqê li himber Urdinê de helêwsteke vebirr hebe.

 Şêxên eşîretên parêzgeha  El- Enbarê her wiha gotin, vegeryana  partiya hilweşyayî ya Beisê bo qada siyasî ya Urdinê, destêwerdana eşkere di karûbarên  navxweyî yên Iraqê tê hesabê û dê bibe sedema  nakokiyên siyasî û ewlehiyê navbera her du welatan.

 Cebar Ewde, yek ji rêberên Hevalbendiya Fatha Iraqê jî wek berteka jî li himber biryara hikûmeta Urdinê bo dayîna  îzna xebata siyasî bioo partiya hilweşyayî ya Beisê û got: Niha Urdin sitargeha zêdetirî 5 hezar besisiyên revyayî  ji Iraqê ye û dûr nîne ku destê Emerîkayê di hewildana bo vejiayndina  vê partiyê bona xalifandina  alûgurên navçeyê têde hebe