Balafirên Rûsyayê nuqteyên çeteyên DAIŞ`ê yên li beyara Sûriyê bombebaran kirin. Di encamê de 6 çete hatin kuştin û 11 çete birîndar bûn.
Hêzên hikumeta Sûriyê û çeteyên dewleta Tirk gelek dîlgirtî yên ji rojhilatê Helebê bi garantiya rûsî –tirkî bi hev guhartin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku ji destpêka 2021’ê ve 30 sivîlên sûrî, di nav de jinek û 8 zarok li ser sînor ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve hatine kuştin.
Li herêma baregeha Himêmîm a Rûsayê ya li gundewarê Lazîqiyê di encama bersivdayîna êrişa moşekan a li dijî baregehê de, dengê teqînan hate bihîstin.
Hêzên hikumeta Şamê ji bo kontrolkirina herêmên nû êrişî nuqteyên terorîstên hikûmeta Tirkiyê yên li gundewarên bakurê rojavayê Hemayê kir.
SOHR diyar kir ku li dijî cihê paqijkirina petrolê ya gundewarê Carablusê êrişa bi moşekan pêk hat, di encamê de 4 kes hatin kuştin û 24 kesên din jî birîndar bûn.
Dewleta Tirkiyê ji nuqteya El-Toqan a dagirkirî û dorpêçkirî ya li gundewarên Idlibê vekişiya.
SOHR, ragihand ku sewqiyeteke din a artêşa Tirkiyê derbasî gundewarê Idlibê bû.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku Artêşa Tirkiyê li başûrê Idlibê sewqiyetên nû pêk anîn.
Rêxistina Zîrevana mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) qala vegeriyana zêde ji 900 çekdarên sûrî bo Sûriyê ji navçeya Qerebaxê kiriye.