SOHR: Dewleta Tirkiyê sewqiyatên nû ber bi başûrê Idlibê ve pêk anîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i322207-sohr_dewleta_tirkiyê_sewqiyatên_nû_ber_bi_başûrê_idlibê_ve_pêk_anîn
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku Artêşa Tirkiyê li başûrê Idlibê sewqiyetên nû pêk anîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 11, 2020 14:55 Asia/Tehran
  • SOHR: Dewleta Tirkiyê sewqiyatên nû ber bi başûrê Idlibê ve pêk anîn

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku Artêşa Tirkiyê li başûrê Idlibê sewqiyetên nû pêk anîn.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), SOHR`ê ragihand ku şeva din 20 wesayitên leşkerî yên Artêşa Tirkiyê ku bi cebilxane û pêdiviyên lojîstîkê barkirî bûn, di dergeha Kefer Lûsîn a sînorî ya bi Lîwa Iskenderon re ketin xaka Sûriyê.

Li gorî SOHR`ê, sewqiyatên artêşa Tirkiyê berê xwe da herêma Bilyon a çiyayê Zawiyê li başûrê Idlibê.

Li gorî daneyên herî dawîn ên SOHR`ê, ji destpêka agirbesta dawiyê ve, 7 hezar û 610 wesayitên leşkerî yên artêşa Tirkiyê û bi hezaran leşker derbasî xaka Sûriyê bûne