SOHR: Sewqiyeteke din a artêşa Tirkiyê derbasî gundewarê Idlibê bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i322385-sohr_sewqiyeteke_din_a_artêşa_tirkiyê_derbasî_gundewarê_idlibê_bû
SOHR, ragihand ku sewqiyeteke din a artêşa Tirkiyê derbasî gundewarê Idlibê bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 18, 2020 00:14 Asia/Tehran
  • SOHR: Sewqiyeteke din a artêşa Tirkiyê  derbasî gundewarê Idlibê bû

SOHR, ragihand ku sewqiyeteke din a artêşa Tirkiyê derbasî gundewarê Idlibê bû.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku kerwanekî hêzên artêşa Tirkiyê ku gelek deverên Sûriyê dagir kiriye di deriyê sînor ê Keferlosîn re derbasî Idlibê bû.

SOHR diyar kir ku kerwan ji derdora 30 maşîneyên ku amûrên leşkerî û lojîstîk bar kiribûn ber bi nuqteyeke xwe ya li çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê ve çû.

Ji destpêka ragihandina agirbesta nû heya niha 7 hezar û 640 maşîne û bi hezaran leşkerên Tirkiyê derbasî Sûriyê bûne.