Nasir Kenanî Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê wek berteka li hember êrîşa berfireh a Rejîma Siyonîst ser Rexê Rojavayê Çemê Urdinê got, Tundkirina van êrîşan niyeta şûm a siyonîstan hemberî Filistînê nîşan dide.
Muhemed Ebdusselam Berdevkê Tevgera Ensarullaha Yemenê qala dewama êrîşa hêzên yemenî ser gemîyên ku ber bi Erdên Dagirbûyî yên Filistînê va diçin, kir.
Bi dû berdewambûna cinayetên hovane yên Rejîma Siyonîst dijî sivîlan li Zîvala Xezzeyê, Rêxistina Navdewletî ya Efûyê ji YEyê xwest ku Îsraîlê boykot bike.
Êrîşên Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezzeyê didomin û li gorî ragihandina Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li vê zîvalê hejmara şehîdan gihîştiye 40 hezar û 602 kesan.
Hizbullaha Libnanê wek berteka li hemberî êrîşa Rejîma Siyonîst ser Beqayê, binkeyeke vê rejîmê kir armanc.
Polîsê Amerîkayê êrîşî ser piştgirên Filistînê li Zanîngeha Michiganê ya vî welatî kir.
Hisam Bedran ji rêveberên Tevgera Hemasê got, Rejîma Siyonîst di êrîşa ser Rexê Rojavayê Çemê Urdinê da yê têk here.
Dezgeha Cîhanî ya Xwarekê çalakiyên xwe li Xezzeyê ji ber êrîşên Rejîma Siyonîst ser kamyonekê sekinandin.
Pevçûnên li bakurê Rexê Rojavayê Çemê Urdinê ji doh va gurrtir bûne û Rejîma Siyonîst êrîşên herî berfireh dijî vê navçeyê didomîne.
Seyid Ebbas Iraqçî Wezîrê Karên Derve yê Îranê di gotûbêja telefonî digel Xelîl El Heyye Berpirsê Beşa Peywendiyên Erebî û Îslamî yê Hemasê da got, Nihêrîna Îranê li ser piştgiriya ji Filistîn û Berxwedanê wê bihêz were domandin.